Close Menu
شبكة الصحفيين الكُرد السوريين

    اشترك في نشرتنا الإلكترونية مجاناً

    اشترك في نشرتنا الإلكترونية مجاناً.

    اختيارات المحرر

    Annual Report of the Syrian Kurdish Journalists Network2025

    14/02/2026

    Rapora salane ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 2025

    14/02/2026

    التقرير السنوي لشبكة الصحفيين الكُرد السوريين 2025

    14/02/2026
    فيسبوك X (Twitter) الانستغرام
    السبت, أبريل 25
    فيسبوك X (Twitter) واتساب
    شبكة الصحفيين الكُرد السوريينشبكة الصحفيين الكُرد السوريين
    • الرئيسية
    • شبكة الصحفيين الكُرد السوريين
      • النظام الأساسي
      • شروط العضوية
      • بيانات
      • التقارير السنوية
    • أخبار ونشاطات
    • تقارير ومقالات
    • الفرص
    • Beşî Kurdî
    • اتصل بنا
      • الاتصال بنا
      • التبليغ عن انتهاك​
    شبكة الصحفيين الكُرد السوريين
    أنت الآن تتصفح:الرئيسية»Beşî Kurdî»Rapora salane ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 2025
    Beşî Kurdî

    Rapora salane ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 2025

    14/02/2026لا توجد تعليقات4 دقائق
    شارك فيسبوك تويتر Copy Link تيلقرام واتساب
    شاركها
    فيسبوك تويتر لينكدإن البريد الإلكتروني تيلقرام واتساب Copy Link

    sala lêgerîna rojnamevanên ku bi zorê hatine windakirin

    Wekî her sal, Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, bi rêya Navenda Azadiyan û Nivîsgeha Şopandin û Belgekirina Binpêkirinan, rapora xwe ya salane derxist holê; rapor ku ji dawiya Ber Çile 2024 heta dawiya  Ber Çile 2025 dirêj dibe. Ev rapor rewşa azadiya ragihandinê li Sûriyê belge dike û binpêkirinên ku li dijî rojnamevan û karmendên alavên ragihandinê, di sala ku bi guherandinên siyasî û ewlehî yên mezin bûne, bê ku bi awayekê erênî rû bide li ser karê rojnamevanî, yan jî rêzgirtina sincên pîşeyî yên ragihandinê ji aliyê rojnamevanan bi xwe jî nehatine nîşandan

    .Sûriye di dawiya Pêşangeha Cîhanî ya Azadiya Ragihandinê de

    Li gorî rapora «Rojnamevanên Bê Sînor» ya sala 2025, Sûriye di rêza 177’an de ji nav 180 welatan di Pêşangeha Cîhanî ya Azadiya Ragihandinê de hatî tomar kirin. Ev rewş Sûriyê dike yek ji herêmên herî dijwar ji bo karê rojnamevaniyê, di demên ku girtinên bi rêzgirtina neasayî, windakirina bi zorê, êrîşên laşî û tengkirina li ser karê rojnamevanî hîn jî didomînin.

    Yên herî girîng ku rapora sala 2025 de, belge kir:

    Li gorî raporê; di vê sale de kuştin yan jî kuştina bi armanckirina rojnamevanan rû nedane, herçend ku li gorî belgekirinên Yekîtiya Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) ya sala 2025, kuştina 128 rojnamevan/rojnamevanê li hemû cîhanê hate belgekirin, bitir ji nîvê wan li Rojhilata Navîn bûn. Girintirîn bûyerên berçav ku rapor wan şopand û belgekir:

    • Rûdanên girtina neasayî û hêsandinê li dijî rojnamevanan li Şam, gundewarê wê, Swêda, Berav û bakur-rojhilata Sûriyê.
    • Êrîşên laşî û gotinî di dema şopandina bûyeran de.
    • Gazîkirin (ji aliyê Parastinê) û zordariyên ewlehî bi sedema rexnegiriyê di şopandina bûyeran.
    • Kiryarên nefretkirin û reşîkirina nav û dengê rojnamevanan li ser torên civakî.
    • Armanckirina tîmên rojnamevanî bi êrîşên balafirên bêmirov (DRON).
    • Berdewamkirina desteserkirina li ser mal û milkên rojnamevanan li gelek herêman, ku ev bi awayekî hişkere binpêkirina yasaya mirovî ya navneteweyî ye.

    37 rojnamevan hîn jî di rêza windayan de li Sûriyê

    Rapor, bi bingeha daneyên «Rojnamevanên Bê Sînor»، destnîşan dike ku tenê li Sûriyê 37 rojnamevan di nav 135 kesên ku li seranserê cîhanê windabûyî ne hene; ev rewş Sûriyê dike welatê ku di asta cîhanî de herî bitir hejmarê rojnamevanên ku bi zorê hatine windakirin tê de heye.

    Herçend ku rejîma berê ketibe jî, malbatên wan hîn jî li benda rastiyê û dadê ne.

    2025 sala parastina yên ku bi zorê hatine windakirin

    Toreyê di vê salê de xebata xwe ya sindîkayî taybet kir bo daxwaza eşkirkirina rewş û çarenûsa rojnamevanên ku bi zorê hatine windakirin, bi rêya çalakiyeke mezin ya hevparîyê ku rojnamevan, parêzerên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî tê de beşdar bûn. Ev kiryar bi awayekî zelal diyar dike ku mafê zanîna rastiyê mafeke ku bi derbasbûna demê nayê rakirin, û ku bêtewankirina her berpirsiyarên binpêkirinan, dadweriya veguhezînê têk dide.

    Pêşniyar

    Toreyê rapora xwe bi bangekê bo bicîhkirina hin pêşniyarên girîng bi encamp da, û gazî kir ku:

    • Damezrandina komîtên serbixwe û hûrguliyane, da ku rewş û çarenûsa yên ku bi zorê hatine windakirin bêne eşkirkirin.
    • Yasayên neteweyî bêne duristkirin, da ku windakirina bi zorê bi yasayî tawanbar were tawankirin û serbixwebûna dadgehê were bi hêz kirin.
    • Peymanên navneteweyî bêne çalak kirin, bi taybetî Benda 19’an ji Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî.
    • Hoyên navneteweyî yên serbixwe bêne pejirandin, da ku berpirsiyariyê were bihêzkirin û rê li ber bêtewneyê were girtin.

    Parastina rojnamevanan ne tenê daxwazeke pîşeyî ye, lê agereke bingehîne bo parastina mafê zanînê, bi hêzkirina serweriya yasayê û piştgirîya her guherînek demokratîk ya rastîn li Sûriyê.

    Ji bo ku rapora salane ya tevahî ya sala 2025 bixwînin, hûn dikarin serdana malpera Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN» bikin, bi rêya girêdanê ku di şîroveyan de hatiye pêşkêşkirin. Tê binîşandin ku «SKJN» her tim raporên xwe di meha yekem ya sala nû de derdixe hole; lê ji ber rewş û rûdanên ewlehî ku di herêmê de derbasdibûn, û ji bo hevparîya bi gel û destêwanên me re, weşana raporê heta roja îro hate paşxistin—ev derengbûn li ser naveroka raporê tu bandor nake…!


    KURDI-2025تنزيل

    2025 Rapora salane SKJN
    شاركها. فيسبوك تويتر لينكدإن البريد الإلكتروني تيلقرام واتساب Copy Link
    السابقالتقرير السنوي لشبكة الصحفيين الكُرد السوريين 2025
    التالي Annual Report of the Syrian Kurdish Journalists Network2025

    المقالات ذات الصلة

    Annual Report of the Syrian Kurdish Journalists Network2025

    14/02/2026

    التقرير السنوي لشبكة الصحفيين الكُرد السوريين 2025

    14/02/2026

    Rapora salane ya 2024 ji aliyê Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan ya SKJN

    08/02/2025

    التعليقات مغلقة.

    الأخيرة

    نطالب بالكشف عن مصير الصحفي حس ظاظا والإفراج الفوري عنه

    28/05/2025

    Rapora salane ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 2025

    14/02/2026

     مقتطفات من تاريخ الاختفاء القسري وصراع الصحافة من أجل الحقيقة

    07/10/2025

    Annual Report of the Syrian Kurdish Journalists Network2025

    14/02/2026
    تابعنا
    • Facebook
    • Twitter
    الأكثر قراءة
    البحث
    الأكثر مشاهدة

    نطالب بالكشف عن مصير الصحفي حس ظاظا والإفراج الفوري عنه

    28/05/2025350 زيارة

    Rapora salane ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 2025

    14/02/2026330 زيارة
    اختيارات المحرر

    Annual Report of the Syrian Kurdish Journalists Network2025

    14/02/2026

    Rapora salane ya Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê 2025

    14/02/2026
    2026- 2012 Copyright SKJN Inc ©
    Hosting and development by RojavaHost

    اكتب كلمة البحث ثم اضغط على زر Enter